Keça ku daxwaza alîkariyê ji Australya û cîhan ê bo Êzidiyan dike

Nihad Barakat in Toowoomba

Source: Supplies by Nihad Barakt

Get the SBS Audio app

Other ways to listen

Nihad Berekat berî neh mehan bi hin endamên ji malbata xwe hat Australya. Nîhad keçeke Êzîdiye û di dema fermana DAISH ya bi ser Shingalê de ew û gelek ji endamên malbata wê hatin girtin. Dema DAISH Nîhad girt temenê wê 15 sal bûn. Nîhad salekê u sê mehan di destê DAISH de girtî bû û gelek te’de û destdirêjî lê bû. Sê caran hat kirrîn û firotin. Cara dawiyê ku hat firotin zarokekî wê di encama destdirêjiya DAISH jê re çê bû. Piştî peydabûna zarokî ew ji destê DAISHê reviya û zarok li şûna xwe hîşt. Ta nuha 2 bra û 2 pismame wê hîn winda ne û tiştekî li ser wan nedizanin, mirîn e yan zindî ne. Em bi Nîhad re li ser dijwariyên dema ew di destê DAISH de bû û herweha derbarê dîtina laşê 50 jinên Êzîdî ye serjêkirî ku berî çend rojan civaka Êzîdî li Australya derketin meşeke aştiyane peyvîn.



Share